Xaniyê mêvanan: Dîrok û mîrateya Reqayê temsîl dike
Xaniyê Mêvanan ê semboleke kevnar a civaka Ereb e, ji nifşekî derbasî nifşeke din dibe. Ev jî di roja îro de bîranîneke zindî dihewîne ku taybetmendiyên çanda resen, nîşan dide.
NÛR EL-EHEMD
Reqa – Salên sirgûniyê hesta aîdiyeta welatê wan ji wan negirt û ne jî rê li ber wan girt ku nasnameya xwe ya Firatê bi hemû hûrgiliyên wê yên piçûk biparêzin, ji kevirên qeraxên Firatê bigre heya berhemên dîrokî yên ku bi baldarî parastibûn, modeleke şaristaniya Ereb afirandin ku taybetmendiyên wê hema ji roja îro hatibûn jêbirin.
Têkeliyek hevseng a rastbûn û modernîteyê e
Xaniyê mêvanan ê malbata Um Muhened bi hewldan û pisporiya wan a taybet, bi şêwazeke mîmarî ya ku ji şaristaniya kevnar a Ereb îlham girtiye, hatiye avakirin. Ew bi şiklê dorveger e û bi qubeyek hatiye xemilandin. Ji kevirên ku ji qeraxên Çemê Firatê bi rengên cuda hatine hilbijartin hatiye çêkirin, ku hesteke mozaîkek balkêş dide wê. Hundir bi tevahî bi dar hatiye nixumandin, ji dîwaran bigre heta pencere û deriyê ketinê. Di heman demê de erd bi xalîçe û deverên rûniştinê yên hemdem hatiye xemilandin, di tevliheviyek hevseng a resenî û modernîteyê de.
Wan her tiştê ku sembola mîrateya kevnar a kantona Reqayê, reseniya wê û çanda gelê wê ve girêdayî ye ku bi kûrahî di dîrokê de kok digre, di hundirê wê de danîn. Bi armanca vejandina wê di bîra niha de û parastina wê ji bo pêşerojê. Ew e tiştê ku bala hemû mêvanên wê dikşîne weke şûr, xencer, fener, şûşeyên avê û berhevokek ji potên qehweyê û fincanên qehweya tal ku di holên mêvanperweriya Ereban û malên serokên eşîr û qebîleyan de navdar in. Hemû parçe bi xemlên xwe tên cudakirin.
Cihê çareserkirina nakokiyan e
Di nava Ereban de, xaniyên mêvanan cihek e ji bo çareserkirina nakokiyên di navbera endamên eşîran de ye. Her du aliyên nakokdar bi rêveberiya mezin û serokên eşîran, hem ciwan û hem jî yên pîr dicivin da ku bigihîjin çareseriyekê û nakokiyê bi dawî bikin. Cilên kevneşopî yên Ereban ji bo van civînan pêdivî ne, weke nîşaneyek rêzgirtinê ji bo bûyerê û kevneşopiyên wê. Rûniştin bi pêşkêşkirina pirsgirêkê ji beşdaran re û girtina ramanên mezin û beşdarên din dest pê dike da ku bigihîje çareseriyek kolektîf a dadwer û têrker.
Piştî ku lihevhatin qediya, rêûresmên taybet tên kirin ku kûrahiya kevneşopiyên mîrasî nîşan didin. Ya herî berbiçav ji van rêûresman pêşkêşkirina qehweya tal e ku heta nakokî di nav mêvanxaneyê de çareser nebe nayê vexwarin, ev jî weke nîşaneyek sembolîk a vegerandina rûpela pevçûnê ye. Aliyê êrîşkar berpirsiyar e ku şîveke dewlemend organîze bike ku ew hemû kesên li mêvanxaneyê, endamên eşîrên din ên li gund dijîn, vedixwîne. Rêûresmek din a ku tê şopandin serjêkirina pezek li ber mêvanxaneyê ye, wek îfadeyek sembolîk ku pirsgirêk bê rijandina xwîna mirovan çareser bûye û xwîna pez dawiya pevçûnê temsîl dike.